Duhok (Rûdaw) – Çalakvanekî Kurdê Êzidî yê bi navê Paşa Mehmûd ê 28 salî, roja Sêşemê li stasyoneke benzînê ya li ser riya Sêmêl- Duhokê hate kuştin. Ew bavê 3 zarokan bû. Polîsê Duhokê dibêje, nasnameya kesên bikuj aşkere bûye û fermana girtina wan hatiye dan.
Şêx Paşa Mehmûd xelkê komelgeha Sîba Şêx Xidir a ser bi Şingalê ve bû û wî bo dema 11 salan pêşmergetî jî kiriye. Sala 2014ê û ji ber êrişa DAIŞê aware bibû û li bajarokê Şêxanê yê ser bi parêzgeha Duhokê ve nîştecih bibû.
Ew çalakvanê Kurdê Êzidî zewicîbû û sê zarokên wî hene.
Dayika Şêx Paşa Mehmûd, Besê Mêşo bi dilekî şikestî û girî hawar û gaziyan dike û dibêje: “Tawûsê Melek heqê te winda neke kezeba min, Xwedê bo wan nehêle.”
Mehmûd Qêranî, bavê wî xortê Kurdê Êzidî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku bikujên kurê wî desteser bike û dibêje: “Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, Paşa pêşmerge bû, kurê hikûmetê bû ne kurê min, kurê feqîr û hejaran bû, em dixwazin ew kesên ku Şêx Paşa kuştine, bêne desteserkirin.”
Şêx Paşa ji sala 2014an ve heta niha zêdetirî 500 milyon dînar alîkariya nexweş û hejaran kiriye.
Behzad Ziyad, hevalekî Şêx Paşa Mehmûd ji Rûdawê re diyar kir: Ji sala 2016an vir ve li cem me ye, texsîrî li gel feqîrê me û Duhok, Şêxan û Şariya nekiriye.
Berdevkê Polîsê Duhokê dibêje, lêkolîn derbarê bûyera kuştina Şêx Paşa de berdewam e û tekez kir, nasnameya kesên bikuj aşkere bûye û dadgehê fermana girtina wan kesan daye, lê hêj ew kes nehatine desteserkirin.
Di dema kêmtir ji du heftiyan de, ev duyem kesatiyê Kurdê Êzidî ye ku li sînorê parêzgeha Duhokê bi destrêjiya gulleyan tê kuştin.


