Hewlêr (Rûdaw) – “Beriya Şevê” fîlmeke Kurdî ye ku ji aliyê derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Alî Kemal Çinar ve hatiye çêkirin û beşdarî beşa pêşbirkê ya 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dibe.
Di beşa pêşbirka fîlmên Kurdî ya 9emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê de 6 fîlmên Kurdî yên ji parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt hevrikiyê dikin û yek ji wan Beriya Şevê ya derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Ali Kemal Çinar e.
“Beriya Şevê” jiyana di şertên rewşa awarte de ji çavên sê lehengên cuda radigihîne.
Wênesaz ciwan Gulbîn ku ligel malbata xwe dijî, li alîyekî hewlê dide ku di jîyanê de xwe bi cî bike, li alîyê din jî bi feyza tabloya Dayikê ya wênesaz Whistler hewl dide ku portreya dayika xwe xez bike. Dayika ku bi hewîn ji keça xwe re modelîyê dike, bi cehdeke berhewa hewl dide ku mala xwe ji dengê şer û pevçûnan îzole bike. Bavê ku her ku diçe tendûristiya wî ji dest diçe jî hewl dide ku rabirdûya bajêr bi saya fotografên ku kişandine di bîra xwe de ji nû ve zindî bike.
Di vê berhema bi zimanê Kurdî ya bakurê Kurdistanê de Gulbîn Bozan, Rabia Çinar, Husnu Timur, Êhsan Sakar, Lisa Calan rola sereke dilîzin.
Ji bilî belgefîlma "Beriya Şevê" 5 filmên din jî beşdarî pêşbirka fîlmên dirêj a navneteweyî dibin û ji bo xelatê di pêşbaziyê de ne.
9emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Duhokê duh bi beşdariya 98 fîlmên biyanî û Kurdî yên weke kurtefîlm, fîlmên dirêj, belgefîl û animasyon 1ê vê mehê destpê kir û festîval dê heta 8ê vê mehê berdewam bike.
Di 9emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Duhokê de 20 kesên Kurd û biyanî weke jurî hatine destnîşankirin bo çar cureyên fîlman. 55 fîlm di pêşbirkê de ne û ji wan 27 Kurdî û 28 biyanî ne.
Peyama sereke ya festîvala îsal ‘Koçberî’ ye û ji bilî nîşandana fîlman li sînemayan, dê 6 fîlmên dirêj ên Kurdî li Kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê jî bên nîşandan.
Ji bo Festîvala Fîlman a Duhokê bi giştî 570 fîlm li ser înternetê hatine şandin, 98 fîlm ji bo gera 9emîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê hatine hilbijartin, 51 fîlmên biyanî û 47 fîlmên kurdî.




