Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Tevgera Vejînê ya Kurdistanê Ferîd Azad li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê wî desteser dikin.
Ferîd Azad 25ê Gulanê vîdeoyeke ku li gel leşkerekî Tirk nîqaşe dike belav kir û tê de ragihand ku “li welatê xwe bi Tirkî naaxive û leşkeriya neçarî ji Tirkan re nake.”
Her wiha roja 7ê Hezîranê jî li kafeyekê vîdeoyek belav kir û ragihand:
“Daxwaza wan a mûzîka Kurdî ji aliyê xebatkarên kafeyê ve hatiye redkirin û wan gotiye ku li gor şêwazê pergala kar mûzîkê Kurdî venakin.”
Ferîd Azad piştî parvekirina vîdeoya dawî li ser medya civakî ji aliyê gelek kesên ku nijadperestiya Tirkan dikin ve hedef hat nîşandan.
Berdevkê Vejînê îro demjimêrên sibehê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji aliyê hêzên ewlehiyê vê tê desteserkirin û wiha nivîsî:
“Niha hêzên asayîşa Tirkan hatine malê, min dibin. Me serî daniye rê û bi Xwedayê Kurdistanê bestiye pişt.”



