Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li ser navê partiya xwe sersaxî ji Rûdawê û malbata Helkewt Ezîz re xwest.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz doh li ser Bexda û Besreyê di encama qezayeke trafîkê de koça dawî kiribû.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk xemgîniya xwe anî zimên û got:
“Em bi wefata Helkewt Ezîz gelekî xemgîn in, em xwe hevparê xema we dibînin.”
Peyama Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ev e:
“Peyama sersaxiyê ji bo wefata Helkewt Ezîz
Rêzdar Ako Mihemed
Berpirsê Giştî yê Rudawê
Me bi xemgînî bihîst ku, nûçegîhanê Rudawê Helkewt Ezîz 08.06.2026ê li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de rastî qezayeke trafîkê hatibû, bi giranî birîndar bûye, piştî nîvroyê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest daye.
Em bi wefata Helkewt Ezîz gelekî xemgîn in, em xwe hevparê xema we dibînin.
Ruhê wî şad, cîhê wî bihişt be.
Em sersaxiyê ji malbat, kesûkar û nasên xwedêjêrazî Helkewt Ezîz, ji hemû rêvebir û xebatkarên Rudawê û hemû rojnameger û xebatkarên medyaya Kurdistanê re dixwazin.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)”



