Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Hisîçayê (Hesekê) ragihand ku ew ji bo vegera 1600 malbatên koçber amadehiyan dikin û da zanîn ku ew malbat dê vê hefteyê vegerin malên xwe.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hisîçayê, Parêzgar Nûredîn Ehmed di çarçoveya şopandina pêkanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de, bi şandeyeke serokatiya Sûriyeyê ya pêwendîdar re civiyaye.
Di hevdîtinê de prosedur û gavên pêwîst ên ji bo ku koçberên Efrînî bi awayekî ewle û bi rûmet vegerin malên xwe hatine gotûbêjkirin.
Li ser hesabê fermî yê Parêzgariya Hisîçayê yê li ser Facebookê hat diyarkirin ku di civînê de "rewşa vegera malbatên koçber û mekanîzmayên hevahengiya di navbera aliyên peywendîdar de hatine nîqaşkirin da ku ew astengiyên gengaz werin çareserkirin û îstiqrara kesên vedigerin û pêdiviyên wan ên bingehîn werin dabînkirin."
Li gorî daxuyaniyê, Alîkarê Midûrê Asayîşa Navxweyî yê Parêzgehê Mehmûd Xelîl û Endamê Tîma Serokatiyê Mistefa Ebdî jî beşdarî vê civînê bûne.
Parêzgariyê her wiha destnîşan kir ku wan amadehiyên pêwîst ên ji bo pêkanîna vegera koçberên ji Şehba û Serê Kaniyê ya di demên pêş de nîqaş kirine.
Li gorî daxuyaniyê, veger dê "bi danîna plan û prosedurên ku vegerereke ewle û rêxistinkirî garantî dikin" pêk were.
Di heman demê de Parêzgariyê diyar kir ku ew mijûlî amadekirina "vegera nêzîkî 1600 malbatên Efrînî yên ku koçber bûn" û ew dê di nava vê hefteyê de vegerin malên xwe.
Koç û veger
Li gorî agahgiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî êrişa Tirkiye û komên çekdar ên li ser herêmê yên di destpêka sala 2018an de, nêzîkî 10 hezar malbatên Kurd ji Efrînê koçber bûn.
19ê Gulana 2026an, karwanekî ku ji 623 malbatên koçber ên Efrînî pêk dihat ji Kobaniyê bi rê ket û vegeriya warê xwe.
Her wiha 21ê Gulana 2026an jî karwanekî din ê ku ji 1500 malbatên Efrînî pêk dihat ji bajarê Qamişloyê bi rê ket û vegeriya malên xwe.
9ê Adarê 400 malbat, 4ê Nîsanê 200 malbat, 14ê Nîsanê 800 malbat û 9ê Gulanê nêzîkî 1000 malbatên koçber ên Efrînî ji Hisîça û Qamişloyê vegeriyabûn.
Vegerîna koçberên Efrînê di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de pêk tê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de hatiye îmzekirin.
Piştî vegera 5 karwanên berê, niha amadehî ji bo karwanê 6emîn tên kirin.
Hezar û 800 malbat vedigerin Reqayê
Li hêla din, Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed û Parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selame 7ê Hezîranê li hev civiyabûn.
Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku wan li gel Parêzgarê Reqayê Ebdurehman Selame civînek kiriye û dê Kurdên ku koçber bûne vegerin Reqayê.
Civîn li ser danîna mekanîzmayekê bû da ku hezar û 800 malbatên Kurd bi awayekî bi rûmet vegerin cihê xwe.
Parêzgarê Hisîçayê eşkere kir ku berpirsên ewlehiyê û nûnerên malbatên koçber jî di civînê de amade bûn.
Ew malbatên Kurd beriya niha neçar mabûn ku ji malên xwe yên li Reqayê derkevin û berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî gotina Nûredîn Ehmed, hezar û 200 malbat ji wan çûbûn Kobaniyê û nêzîkî 600 malbatan jî çûbûn parêzgeha Hisîçayê.
Serê Kaniyê
Ji bo asayîkirina rewşa Serê Kaniyê û çareserkirina krîzên mirovî, şandeyeke bilind a ewlehiyê ya Hisîçayê çû Serê Kaniyê.
Fermandarê Asayîşa Hisîçayê Emîd Merwan Elî û alîkarî wî Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) bi rayedarên Serê Kaniyê re civiyan û li ser pirsgirêka vegera koçberan a ji kampan, amadehî didomin.
Berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Zehra Simo, di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re eşkere kir ku xwesteka vegerê di nava koçberan de gelekî zêde ye.
Zehra Simo diyar kir ku heta niha navên nêzîkî 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin cih û warên xwe hatine qeydkirin.
Ji bo hêsankirina karên yasayî û ewlehiyê, ev lîsteyên navan ji bo aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Sûriyeyê hatine şandin.
Veger kengî ye?
Zehra Simo li ser dema destpêkirina vê vegerê, bal kişand ser qonaxên pêvajoyê û da zanîn ku ev gav bi hev ve girêdayî ne.
Wê destnîşan kir ku piştî temambûna pêvajoya vegera koçberên Efrînî, dê rasterast karwanên koçberên ji Serê Kaniyê jî dest pê bikin.
Li gorî amarên Rûdawê yên Çiriya Paşîn a 2025an, li Kampa Serê Kaniyê 2 hezar û 574 malbat (15 hezar û 734 kes) û li Kampa Waşokaniyê jî 2 hezar û 357 malbat (16 hezar û 360 kes) hene.
Ev kes hemû koçberên ji Serê Kaniyê û gundewarên wê ne ku piştî êrişa 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an a Tirkiye û komên çekdar ji warê xwe derketibûn.



